• Saturday, 30 May 2026
logo

Bêkes Qadir, Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê: Sala 2003an tenê rejîm guherî, ew aqiliyetê siyasî yê ku Iraq pê dihat birêvebirin qet bi temamî neguherî.

Bêkes Qadir, Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê: Sala 2003an tenê rejîm guherî, ew aqiliyetê siyasî yê ku Iraq pê dihat birêvebirin qet bi temamî neguherî.

 

 

Bêkes Qadir, Cîgirê Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, ku yek ji
rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistanê ye, di guftûgoya vê carê de bi navê
«Iraq.. prensîba aştî û diyalogê bo çareserkirina kêşeyan» bi vî rengî dîtin,
nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman:

Spasiya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê dikim ji
bo birêxistinkirina vê maseya dorveger û komkirina vê elîta ji pispor û
siyasetmedaran, bi mebesta encamdana guftûgoyeke babetî û eşkere li ser pirseke
hestiyar û charenivîssaz, ku ew jî pirsa «çareserkirina kêşeyên navbera Iraq û
Herêma Kurdistanê bi rêya aştî û diyalogê ye».

Ji bo ku em bi kûrî bikevin nav navenda pirsgirêkan û fêm bikin çima krîz li
Iraqê her dem serî hildidin, pêwîst e em balê bikşînin ser wê yekê ku
sala 2003an tenê rejîm guherî, lê ew aqiliyetê siyasî yê ku Iraq pê dihat
birêvebirin neguherî. Ev yek jî tam cewherê pirsgirêkên niha yên Iraqê pêk
tîne, ne tenê di çareserkirina pirsên hilawistî yên navbera Herêm û hikûmeta
federal de, lê ji bo hemû pirsgirêkên siyasî û saziyî yên Iraqê bi giştî.

Dema proseya siyasî li Iraqê rêya rast û arasteyeke dirust nagire ber xwe,
destûr nabe bingeha yekalîkirina kêşeyan, li hemû navçeyan û li hember hemû
pêkhateyan wek hev nayê cîbicîkirin. Ev piştguhxistina destûrê, bi taybetî li
hember gelê Kurdistanê, ku kêşeya wî rehendeke dîrokî û neteweyî ya kûr heye,
dibe sedema wê yekê ku hewldan negihin cihê xwe û negihin rêkeftina dawî.

Mixabin, di dîroka siyasî ya Iraqê de, ji serdema melikiyetê bigire heta qonaxa
sala 1958an û qonaxên piştî wê jî, çandeke siyasî ya metirsîdar şîn bûye. Ev
çand di nêzîkbûna bi Kurd û pêkhateyên din re, li ser du prensîbên dijberî hev
hatiye avakirin: prensîba «nermî» û prensîba «reqî» (hişkiyê).

Di qonaxa yekem de, yanî heta wê dema ku desthilatdar cihê xwe li ser kursiyê
hikumraniyê qayim dikin, her dem celebek ji nermiya siyasî û amadebûna ji bo
guftûgoyê û qebûlkirina yê din nîşan didin. Di vê qonaxê de derî ji bo diyalogê
vedibin û maf û daxwazên gelê Kurd jî dikevin ser maseya guftûgoyê. Lê di qonaxa
piştî wê de, her ku desthilatdarên li Bexdayê pêgeha xwe di desthilatê de qayim
kirin, yekser ev prensîba nerm diguhere ji bo prensîbeke req û girtî. Ji vir ve
ye ku zimanê guftûgoyê cihê xwe ji bo zimanê hêz û fişarê dihêle û hemû soz û
rêkeftin tên piştguhxistin. Ev aqiliyetê çeqbestî ye ku rêgir e li pêşiya
îstîqrar û Iraqeke demokrat û federal ku tê de mafê hemûyan parastî be.

Mixabin guhertinên piştî sala 2003an, nebûn sedema werçerxaneke rîşeyî di wî
aqiliyetê siyasî de ku salên dûr û dirêj hikumraniya Iraqê pê dihat kirin. Em
dikarin bibêjin ew çanda siyasî ya kevn, ku li ser bingeha yekalîbûn, hêz û
xweferzkirinê hatibû avakirin, di qonaxa nû de jî bi kincekî din û di formeke
cuda de hat dubarekirin. Ev tam ew girêk û kêşeya mezin e ku proseya siyasî ya
Iraqê rawestandîye.

Dema em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku di raboriyê de hêza çekdar amraza
sereke ya navendê bû ji bo danûstandina bi Kurdan re û serkutkirina daxwazên
rewa yên gelê Kurdistanê, lê tiştê ku cihê naumêdiyê ye (bêhêvîtiyê ye) ew e ku
piştî rûxana rejîma berê, heman ew aqiliyet di bin perdeyên curbicur de serî
hildayê. Niha fişar tenê di rehenda leşkerî de kurt nabin, lê belê bi rêya
bikaranîna desthilat û fişarên curbicur di hemû astan de, hewl tê dan mafên
destûrî yên Herêma Kurdistanê bên piştguhxistin. Ji vir diyar dibe ku prensîba
«şirîkatiya rastîn» û «tewafuka siyasî» hîn nebûye beşek ji çanda siyasî li
Iraqê. Heke kar bi wan prensîban bihata kirin, wek çandeke siyasî ya çespandî,
bêguman ne tenê Kurd, lê belê hemû Iraqê qezenc dikir û Iraq ber bi arasteyeke
dirust û geş ve gavan diavêt.

Mixabin, derbasnekirina aqiliyetê raboriyê zerereke mezin gihandiye hemûyan. Her
çend niha hewildanek hebe jî, lê divê bi rastgoî bibêjin ku demeke pir zêde ji
dest çûye. Di vê warî de aliyê Kurdistanî jî ji berpirsyariyê ne dûr e, ji ber
ku nekarî wek pêwîst sûd ji demê werbigire ji bo çespandina waqieyî siyasî yê
baştir û berdestkirina mafên destûrî. Kêşeya herî mezin li pêşiya destûrê ew e
ku «çanda federalî» li Iraqê bi temamî amade nîne. Federalîzm tenê wekî deqekî
hişk di destûrê de maye, lê di aqiliyetê siyasî yê desthilatdarên navendê de tu
cih ji bo wê nehatiye vekirin.

Lewma dema em bi hûrgulî li têgeha «federalî» dinêrin, em fêm dikin ku ev têgeh
tenê di dabeşkirina îdarî ya desthilatê de kurt nabe, lê belê nîşana celebek ji
felsefeya siyasî ye ku li ser bingeha şirîkatiya rastîn, dabeşkirina desthilatê
û dabeşkirina dadperwerane ya serwet û samanê hatiye avakirin. Lê tiştê ku em
di waqieyê siyasî yê Iraqê de dibînin, berevajî van bingehan e. Piştî salên
dirêj ji guhertinan, hîn xeyala «merkeziyetê» û baladeştiya navendê di
aqiliyetê hikumdarên Bexdayê de serdest e. Ew aliyên ku di raboriyê de bixwe
qurbaniya sitem û merkeziyeta reha ya rejîmên li pey hev bûn, niha ku hatine ser
kursiyê desthilatê, ne ku tenê nekarîne wî aqiliyetî derbas bikin, lê belê bêtir
ji caran meyla wan ber bi qurnaxkirina desthilatê û navendgeriyê ve çûye.

Ev ne tenê kêşeyeke siyasî ye, lê belê têkiliyeke wê ya rasterast bi wê valahiya
destûrî re jî heye ku piştî nivîsandina destûrê sala 2005an ve rewşa vê welatî
ber bi alozî biriye. Yek ji mezintirîn û diyartirîn kêşeyên destûrî, pirsa
pêkanîna «Encumena Federal» e. Destûrê, pêkanîn û diyarkirina desthilatên vê
encumenê bi yasa spartîye, lê Encumena Nûneran heta îro jî bi qestî yan ji ber
nebûna îradeya siyasî, guh nedayê û piştguh kiriye. Ev piştguhkirin ne tenê ji
bîr kirina madeyeke destûrî ye, lê belê pekhistina (rawestandina) nîvê proseya
yasadanîna destûrî ye li Iraqê, ji ber ku li gorî destûrê, bi hebûna van her du
encumenan bi hev re destûrbûna yasayan û parastina hevsengiya sîstema federalî
li welat tê mîsogerkirin.

Ji aliyekî din ve, dema aliyê Kurdistanî dest bi guftûgoyê dike, bi pirseke din
re rûbirû dibe: Herêm bi kê re guftûgoyê bike? Iraq piştî proseya azadiyê, sal
bi sal bêtir ketiye bin bandora faktor û ajandayên herêmî û derve. Niha
destêwerdan hinekî eşkere û zeq in ku pêgeha wan aliyên ku dixwazin Iraq bibe
dewleteke xwedî serwerî û biryara serbixwe, bi temamî lawaz bûye. Ajandaya
herêmî û derveyî li ser ajandaya navxweyî serdest e, ev jî bi para xwe karê
Herêma Kurdistanê ji bo gihîştina bi rêkeftineke biîstîqrar pir giran û aloz
kiriye. Niha ji bo çareserkirina her pirsekê, divê bi çendîn cemserên cuda û
heta bi aliyên herêmî re guftûgo bê kirin, ku ev jî berbesteke din e li pêşiya
îstîqrar û aştiyê.

Herwiha nabe em çavê xwe ji wê yekê bigirin ku yek ji xalên lawaz ên proseya
siyasî, perçebûna nav mala pêkhateyên sereke ye. Çi pêkhateya Şîe, çi Sunne û çi
Kurd jî, rûbirûyî celebek ji perçebûn û belavbûnê bûne, ku kiriye ku diyalog
araste û armanca xwe ya rastîn neyê serî. Ev perçebûnên navxweyî bûne asteng li
pêşiya îstîqrarê û her hewldanek ji bo çespandina aştiyeke berdewam.

Bi têgihîştina van sedeman ez dikarim bi eşkereyî bibêjim: Iraq niha di nav
tuneleke tarî de ye û ev rewş metirsiyeke ciddî ye bo ser hemûyan, bi taybetî bo
ser Herêma Kurdistanê. Ew bêbaweriya ku îro tê dîtin, rehên xwe ji wê demê
girtin ku beşek ji madeyên destûrî û bi taybetî madeya 140 wek pirs û kêşeyeke
dîrokî hate piştguhkirin, rêkeftin nehatin cîbicîkirin, lewma qada bêbaweriyê
di navbera Hewlêr û Bexdayê de her dem ber bi berfirehbûnê ve diçe.

Lê belê, tevî hemû van astengan, bijardeya yekem û dawî ya Herêma Kurdistanê
tenê «diyalog» e. Aliyê Kurdistanî tu alternatîfeke çêtir ji destûr û guftûgoyê
di destê de nîne. Di wê pêwendiyê de, ji bo ku Herêma Kurdistanê wek karakterekî
bihêz û bibandor di hevkêşeyên siyasî de bimîne, divê berî her tiştî di navxwe
de xwe birêxistin bike. Pêwîst e kêşeyên lawekî (ferî) û hevrikiyên navxweyî
bidin aliyekî û hemû enerjiyê ji bo bihêzkirina saziyên destûrî û xurtkirina
bingehên demokratîk terxan bikin. Paşveçûn ji demokrasiyê di asta navxweyî de,
pêgeha Herêmê di asta Iraqê û di asta navneteweyî de jî lawaz dike. Tenê
Herêmeke yekgirtî û xwedî sazî dikare di paşerojê de berevaniyê li mafên xwe
yên rewa bike û di heman demê de bibe faktorekî girîng di çareserkirina krîzên
Iraqê de.

Top