• Wednesday, 10 June 2026
logo

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Mezlûm Ebdî kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Mezlûm Ebdî kir

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir. Di hevdîtinekê de, her du aliyan danûstandinên hûrbîn li ser paşeroja Sûriyê, parastina tenahiya deverê û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurd kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26.05.2026, li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û pêşhatên dawiyê yên rewşa giştî ya Sûriyeyê û pirsa Kurdan li wî welatî li hev guhertin.

Li gorî daxuyaniya wê civînê, her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û tenahiya Sûriyê hevnerîn bûn. Her di wê civînê de tekez li ser misogerkirina mafên gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên cuda cuda yên Sûriyeyê hate kirin.

 

Basnews

Top