Endamekî encumena Silêmaniyê: Bila PKK hêzên xwe ji deverên sivîl dûr bixîne
Endamê komîsyona asayişê ya encumena parêzgeha Silêmaniyê, Berzan Hamîd ji BasNewsê re got, hebûna hêzên çekdar li derveyî dezgehên fermî yên hikûmetê dibe sebeba çêbûna arîşe û aloziyan li deverê û ziyanê digehîne xelkê deverê.
Berzan Hamîd her wiha got, yek ji wan hêzan PKK ye. Mixabin PKK vê yekê li ber çavan nagire ji ber wê jî devera me tê bordûmankirin û ziyan digehe xelkê dever.
Wî endamê encumena parêzgeha Silêmaniyê anî ziman ku wan daxwaz ji PKKê kirine hêzên xwe ji deverên sivîl dûr bixîne û got, divê rêveberiya Silêmaniyê li ser vê mijarê yekser bi berpirsên PKKê re gotûbêj bike û daxwaz ji wan bike hêzên xwe ji deverên sivîl dûr bixînin. Çimkî heta ew li deverên sivîl bin, jiyana welatiyan jî dê di bin gef û êrişan de be.
Basnews
