• Sunday, 08 February 2026
logo

Bi fermana Serokwezîr Barzanî milyarek dînar bo Tendirustiya Duhokê hat terxankirin

Gulan Media August 6, 2020 Nûçe
Bi fermana Serokwezîr Barzanî milyarek dînar bo Tendirustiya Duhokê hat terxankirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; bi fermana Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi qasî milyarek dînar (nêzîkî 850 hezar dolar) ji bo tendirustiya parêzgeha Duhokê hat terxankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di çarçoveya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li dijî vîrusa koronayê (Covid-19) de bi fermana Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, yek milyar dînar (nêzîkî 850 hezar dolar) bo tendirustiya parêzgeha Hewlêrê hat terxankirin, ku beşeke ji budceya hawarçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye bo rûbirûbûna vîrusa koronayê, ku ji bo dever û parêzgehên Herêmê hatiye terxankirin.

Basnews
Top