• Sunday, 08 February 2026
logo

Di êrîşeke Tirkiyê de li Eyn Îsayê 2 şervanên HSDê hatin kuştin

Gulan Media August 6, 2020 Nûçe
Di êrîşeke Tirkiyê de li Eyn Îsayê 2 şervanên HSDê hatin kuştin
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar derdora Eyn Îsayê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kir û di encamê de 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve gundê Seyda yê li Eyn Îsayê topbaran kir û di encamê de 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Diyar kir jî, li rojhilatê Helebê di navbera çekdar ên ser bi Tirkiyê û şervanên YPGê de şer derket û di encamê de jî çekdarek hat kuştin.

Pêştir, Berdevkê HSDê Kîno Gabriyêl ragihandibû, tevî ku rêkekeftinên agirbestê di navbera Tirkiye û Rûsya û Tirkiye û Amerîka de hene, lê Tirkiye berdewamî êrîşî navçeyên wan dike.

Berdevkê HSDê hişyariya wê jî dabû, artêşa Tirkiyê hêzê li Girê Sipî kom dike û gefeke cidî heye ku êrîşî navçeyên wan bike.

K24
Top