3 serbazên Iraqê hatin kuştin
Ajansa “Al Sumaria” a Iraqî belav kir, Fewca Duyem a Lîwaya Mexawîr li Selahedîn rastî êrîşeke terorî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat.
Diyar kir jî, di encama êrîşê de 3 serbazên Iraqî hatin kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûn.
Ev di demekê de ye, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê pêgehên DAIŞê li çiyayê Hemrînê bombebaran kirin û 4 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
K24
