• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlementerekî Kurdistanê: Petrola Kurdistanê ji aliyê çend şîrketan ve hatiye qorixkirin!

Gulan Media August 6, 2020 Nûçe
Parlementerekî Kurdistanê: Petrola Kurdistanê ji aliyê çend şîrketan ve hatiye qorixkirin!
Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, sektora petrola Kurdistanê ji aliyê çend şîrketên Kurdistanî û biyanî ve hatiye qorixkirin!

Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona enerjî û samanên sirûştî, Rêbwar Babkeyî ji BasNewsê re got, hikûmet li ser bicîhanîna qanûnan reforman û çaksaziyê rijd e û dixwaze di hemû waran de vê yekê bike.

Rêbwar Babkeyî her wiha got, yek ji sektorên ku pêwîstî bi reformê ye, sektora petrolê ye. Ev sektor ku sektoreka girîng û stratejîk e, mixabin ji aliyê çend şîrketên hundir û biyanî ve hatiye qorixkirin. Lê hikûmet çavên xwe ji ti kesî re nagire û dê bo xatirê baştirkirina rewşa aborî û darayî û bicîhanîna dadmendiyê, reforman di sektora petrolê de jî bike.

Basnews
Top