Li bajarekî Kurdistanê ji ber 2 kesan 40 kes bi Koronayê ketin
Ji ber belavbûna vîrusa koronayê, herdu gundên Tilbûkê û Goranka Mezin li sînorê Akrê hatine karantînekirin.
Gundê Goranka Mezin ew dema pênc rojan e ku hatiye karantînekirin. Gund ji 86 malan pêk tê û nêzîkî 500 kesan lê dijî. Li vî gundê Akrê 7 kes bi vîrusa Koronayê ketine.
Li gor aagahiyan çavkaniya belavbûna vîrusê li wî gundî, jineke 22 salî ye ku di rojên Cejna Qurbanê de serdana Hewlêrê kiribû û paşê vegeriyaye gund.
Mihemed Herkî akinciyê gundê Goranka Mezin ji Rûdawê re dibêje: “Jineke gundê me li Hewlêrê hatiye, em nizanin ka di xalên pişkinînê re hatiye yan di cihekî din re. Hatiye û negotiye ku rewşa mala me li Hewlêrê çawa ye û mala wan tûş bûne. Piştî hatiye mal, berdewam nexweş bpye û bavê wî ew biriye nexweşxaneyê û pişkinîna Koronayê jê re hatiye kirin û pozîtîv derketiye.”
Her ji cejna Qurbanê û şûnde hejmara kesên ku li qezaya Akrdê bi vîrusa Koronayê ketine, gihîştiye 50 kesan, herwiha 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane, ku 2 ji wan nîştecihên Akrê ne û yên din jî xelkê qezaya Berdereşê ne.
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê, Dr. Nizar Ismet jî dibêje, ji ber ku Akrê hevsînor e li gel Mûsil û Hewlêrê û li wan herdu cihan gelek kes bi Koronayê ketine, wê rewşê bandor li qezaya wan kiriye.
Dr. Nizar Ismet got: “Akrê yek ji qezayên sînorî yê ligel Hewlêr û Neynewayê ye ku xelkekî zêde li wan herdu cihan tûşî Koronayê bûne û gelek xelkê Akrê li Hewlêrê û başûrê Iraqê kar dikin, hatin û çûneke zêde di navbera Akrê û wan cihan de heye, herwiha xelk bi qaçaxî jî hatiye Akrê, ji ber wê hejmara tûşbûyan li Akrê zêde bûye.”
Parêzagarê Duhokê jî ragihand, eger welatî pabendî rênimayan nebin ew dê neçar bibib ku biryara qedexeyê bidin. Parêzgarê Duhokê herwiha li gel berprisên herdu qezayan jî kom bû, daku tundtirkirina rêkaran li sînorê wan qezayan bi berprisan re gotûbêj bike.
Elî Teter, Parêzgarê Duhokê derbarê civînê de ji Rûdawê re got: “Em îro civiyane jibo ku planeke baş danin, rêyên hatina qaçax ku mixabin gelek hilgirên vîrusê tê re derbas bûne. Navbera me û Iraqê bo dema heftiyekê hatin û çûn nîne, eger çûn hebe hatin nîne û navbera me û Hewlêrê jî hatiye sînordarkirin, tenê bo karekî gelek pêwîst nebe.”
Heta niha li sînorê parêzgeha Duhokê 801 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ku 387 kes ji wan piştî wergirtina çareseriyên tendirsutî baş bûne û şeş kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
