• Wednesday, 10 June 2026
logo

Endamê Odeya Bazirganiya Hewlêrê Reşîd Herkî: Em bi serdana Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê bi hêvî ne

Endamê Odeya Bazirganiya Hewlêrê Reşîd Herkî: Em bi serdana Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê bi hêvî ne

Endamekî Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê behsa giringiya serdana Serokwezîrê Kurdistanê ya bo Bexdayê dike, bi taybetî pêngavên ji bo rêkeftina li ser sîstema "Asycuda" û rakirina astengên li pêşiya bazirganên Kurdistanê û avakirina dîtineke nû ya ji Iraqê ve bo Kurdistanê wekî mijarên sereke û pir giring pênase kir.


Endamê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Reşîd Herkî, ji BasNewsê re ragehand: "Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê de %70ê mijara Asycuda de li hev kirine, tenê maye her du serokwezîrên Kurdistan û Iraqê îmze bikin. Hêvî heye ku di vê serdana Serokê Hikûmeta Kurdistanê ya bo Bexdayê de bigihîjin rêkeftina dawî, ji ber ku ev neheqiyek e li Kurdistanê tê kirin û divê nêrîna Kurdistanê di vî warî de li ber çavan bê girtin. Di mijara bazirganiyê de asteng li pêşiya bazirganên Kurdistanê hene, ev yek pêwîstî bi rêkeftinê heye û divê astengên di vî warî de bên rakirin."

Herwiha got: "Beşekî zêde yê pêşketina Kurdistanê di mijarên av, elektrîk, rê û pir, bendav û golan û mijara kembera kesk de wiha kiriye ku bazirgan û kompanyayên Iraqê lobiyê pêk bînin da ku zextê li ser hikûmeta Iraqê bikin ku ew şoreşa Kurdistanê veguhêzin Iraqê. Loma niha Iraq pêwîstiya wê bi elektrîka 24 demjimêrî û kembera kesk li hemû bajaran heye. Li Hewlêrê 7 mîlyon dar hatine çandin, evê jîngeh guhertiye ku bi bîr û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve ev yek pêkhatiye."

 

Basnews

Top