Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Parêzgarê Besrayê re civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Besrayê tekezî li ser giringiya pêşxistina hevahengiya di navbera parêzgeha Besrayê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê de kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24.05.2026, li Bexdayê ligel Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser giringiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya navbera parêzgeha Besrayê û parêzgehên Herêma Kurdistanê di warên cuda de hat kirin.
Basnews
