Mesrûr Barzanî: Em hewl didin vî welatî ber bi asoyeke ronî ve bibin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî civîna li gel Nûrî Malikî ji rojnamevanan re ragihand: "Em bi dîtina birêz Dr. Nûrî Malikî pir kêfxweş in; ew dostek û kesayetiyeke bibandor a vî welatî ye. Rêzeke me ya mezin ji bo keda wî heye û ew dostekî nêzîk ê gelê me ye, em kêfxweş in ku em di xizmeta wî de bûn."
Serokê Hikûmetê herwiha got: "Me behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê û çend mijarên giring kir. Peywendiyeke bihêz di navbera me de heye."
Mesrûr Barzanî diyar kir: "Em hemû bi hev re hewl didin Iraqê ber bi asoyeke ronî ve bibin."
Derbarê naveroka hevdîtinê de jî hat ragehandin
Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, îro Yekşemê 24.05.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî re civiya.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser karkirina hevbeş ji bo rûbirûbûna astengiyan û parastin, pêşxistin û rastkirina rêya pêvajoya siyasî, li ser bingeha rêzgirtina li rêgezên hevbeşî, hevsengî, lihevkirina niştimanî û parastina mafên hemû pêkhateyan.
Basnews
