Amarên nû yên teqîna Beyrutê: 135 kuştî, 5000 birîndar
Hejmara qurbaniyên ji ber teqîna depoyeke teqemeniyê rû dabû zêde dibe û bo kesên winda berdewam e.
Wezîrê Tenduristiya Lubnanê Hamad Hesen derbarê teqîna duh a li Beyrûtê de civîneke rojnamevanî saz kir û têde ragihand ku lêgerîna bo kesên di bin kavilan de mane berdewam e.
Hamad Hesen: “Di teqîna ku duh li Bendera Beyrûtê çêbû de, hejmara miriyan gihişt 135 kesan, herwiha nêzîka 5 hezar birîndar hene û di bin kavilan de bi dehan wendayî hene.”
Hesen destnîşan kir ku li hev kirine daku nexweşxaneyên sehrayan bi mebesta dermankirina lezgîn bixin xizmetê û herwiha anî ziman ku wezaretê daxwaza cîgirkirina cihên nexweşxaneyan kiriye û baweriya wan bi rêveberiya artêşê heye.
Roja Sêşemê 4ê Tebaxa 2020an piştî nîvro du teqînên mezin li pey hev Beyrut a paytexta Lubnanê hejandin.
Serokomarê Lubnanê Mîşêl Ewn ragihandiye, ku teqîn di encama teqîna 2750 ton madeya Ammoniyum Nitrate de çê bûye, ku li depoyekê li bendera Beyrutê hatibûye embarkirin.
Mîşêl Ewn daye xuyakirin, ku ew dê bi tundtirîn şêwe kesên berpirsyar di ber bûyerê de siza bidin.
Hikûmeta Lubnanê ji ber wê bûyerê, sê roj şîna giştî li seranserî welat ragihandiye.
Rudaw
