Dr. Mahmûd Osman: Divê hêzên PKKê neçin nava gundan û cihên sivîlan
Îro roja çarşemê 05.07.2020an Dr. Mahmud Osman, ji BasNewsê re axivî û da zanîn di civînên ligel berpirsên PKKê de wî çend caran ji PKKê re aşkere kiriye divê divê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin. Osman dibêje divê PKK nece nava gund û bajaran metirsiyê li ser jiyana xelkê sivîl durist neke.
Mahmûd Osman di berdewamiyê jî de dibêje ti niyeteke Tirkiyê tuneye ku pirsa kurdî bi rêya aştiyê çareser bibe. Belkî bilakîs ew li dijî her mafê kurdan e û armanca wê ya serekî jinavbirina her mafekî kurdan e. Herwiha Osman got:” Beriya çend salan Kak Mesûd Barzanî gelekî hewl da bo proseya çareseriyê li Tirkiyê. Alîkariya proseyê kir û fikr û ramanên xwe gelekî anîn ziman. Rola wî jî baş bû. Lêbelê helwêsta wî nehat bicîkirin û ew prose bi dawî nebû.”
Zêdeti ji 2 mehane Tirkiye bi rêyên bejahî û asîmanî li dijî PKKê dest bi operasyonan kiriye û ji ber wan operasyon û şerê navbera PKKê û Tirkiyê bi dehan hemwelatiyên sivîl ê Herêma Kurdistanê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û birîndar bûne.
Basnews
