• Sunday, 08 February 2026
logo

Keça Efrînî ya di teqîna Beyrutê de winda bûbû hat dîtin

Gulan Media August 5, 2020 Nûçe
Keça Efrînî ya di teqîna Beyrutê de winda bûbû hat dîtin
Zarokeke keç a Efrînî ku di teqînên duh ên li Beyruta paytexta Lubnanê de winda bûbû, bi silametî hat dîtin.

Di teqînên duh ên li Beyrutê de, zrokeke Kurd a bi navê Diyana Ehmed Omer xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê winda bûbû.

Çavkaniyekî nêzîk ji malbata Diyana Ehmed Omer li Beyrûtê ji Rûdawê re ragihand, îro Çarşem ew zaroka 12 salî bi silametî hatiye dîtin.

Diyana Ehmed Omer ji gundê Bîbaka yê herêma Efrînê ye û li devera Sin el Fîl li navçeya el Mitin winda bûbû.

Her li gor zanyariyên berdest, heta niha nasnameya 5 kuştiyên Sûrî di teqînê de hatiye naskirin ku 3 ji wan ji Dêrezorê ne û 2 kes jî xelkê Reqayê bûne.

Roja Sêşemê piştî nîvro du teqînên mezin li pey hev Beyrut a paytexta Lubnanê hejandin.

Serokomarê Lubnanê Mîşêl Ewn ragihandiye, ku teqîn di encama teqîna 2750 ton madeya Ammoniyum Nirate de çê bûye, ku li depoyekê li bendera Beyrutê hatibûye embarkirin.

Mîşêl Ewn daye xuyakirin, ku ew dê bi tundtirîn şêwe kesên berpirsyar di ber bûyerê de siza bidin.

Hikûmeta Lubnanê ji ber wê bûyerê, sê roj şîna giştî li seranserî welat ragihandiye.

Li gor zanyariyên fermî yên ji Wezareta Tendirustiya Lubnanê, hejmara kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 100 kesan û hejmara birîdnaran jî bo zêdeyî 4000 kesan bilind bûye.

Rudaw
Top