Li Bakurê Kurdistanê 2 bijîşkan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Ji aliyê Yekîtiya Bijişkan a Tirkiyeyê ve hat ragihandin, ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê, bijîşk Halîl Yucel Kûtûn li Diyarbekirê û Bijîşk Mûstafa Ozlu jî li Mereşê jiyana xwe ji dest dane. Halîl Yucel Kûtûn li Diyarbekirê Bijişkê Nexweşên Jinan bû, Mûstafa Ozlu jî li Mereşê Derûnnas bû.
Hat zanîn ku bavê Mustafa Ozlu jî bi koronayê ketiye û li Meletiyê di beşa lezgîn de tê dermankirin.
Ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê ve şert û mercên xebatkarên tebdirustiyê di rojevê de ye ku pîşeya herî metirsîdar ya derbarê Vîrusa Koronayê de qada tendirustiyê tê dîtin.
K24
