• Wednesday, 10 June 2026
logo

Ji Qasim El-Erecî bo Mesrûr Barzanî: Em bi Herêma Kurdistanê serbilind in

Ji Qasim El-Erecî bo Mesrûr Barzanî: Em bi Herêma Kurdistanê serbilind in

 Îro Yekşemê 24.05.2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim El-Erecî re civiya.


Di hevdîtinê de, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bal kişand ser giringiya serdana Serokê Hikûmetê ya ji bo Bexdayê û got ku ew bi Herêma Kurdistanê serbilind in, ku xebat û qurbaniyên mezin dane û roleke berbiçav di pêkanîna sîstema siyasî ya niha ya Iraqê de lîstiye.

Serokê Hikûmetê spasiya rola giring a Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê di parastina ewlehî û aramiya Iraqê de û piştgiriya wî ya ji bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê kir.

Her du alî hevdeng bûn li ser piştgirîkirina hikûmeta nû ya federal ji bo xizmetkirina hemû pêkhateyan bêyî cudahî û çareserkirina pirsgirêkan li gel Herêma Kurdistanê, li ser bingeha rêzgirtina li destûr, sîstema federal û pêkhateya Herêma Kurdistanê.

 

Basnews

Top