• Sunday, 08 February 2026
logo

15 çekdarên heşda şebî hatin kuştin

Gulan Media August 5, 2020 Nûçe
15 çekdarên heşda şebî hatin kuştin
tevahiya kuştiyan welatiyên Îraqî ne
Li gor zaniyariyên berdest di encama bordimana duhê ya balefirên Îsraîlê de herî kêm 15 çekdarên heşda şebî hatine kuştin.

Duhê bi şev balefirên Îsraîlê ( nêrîngeha mafên mirovan ya Sûriyeyê dibêje balefir nenasin) çen pêgehên leşkerî yên çekdarên heşda şebî û çekdarên Îranî li devera Ebûkemalê bordiman kirine.

Di bordimana han de herî kêm 15 çekdar ku tevahiya wan Îraqî ne û endamên heşa şebî ne hatine kuştin.

Hate zanîn yek ji wan navendên ku hatiye bordiman kirina navenda Îmam Elî bûye ku têde çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê û heşda şebî dimînin.

Birîndar bi tirimbîlên leşkerî bo Îraqê hatine veguhastin û çekdarên Îranî yên li deverê jî ketine amadebaşiyê.

Top