Hesîbe Gerdî: Li dijî girtiyên Lalezarê binpêkirinên metirsîdar hatine kirin, lê Desteya Mafên Mirovan helwesta xwe bi zelalî ranegihandiye
Endama berê ya Lîjneya Mafên Mirovan li Parlamentoya Kurdistanê, rexne li Desteya Mafên Mirovan digire û radigihîne ku tevî ku di girtîgehên Silêmaniyê de li dijî girtiyên Lalezarê binpêkirinên mezin hatine kirin, lê helwesta Desteya Mafên Mirovan ne zelal û ne aşkera ye.
Piştî ku di 18ê Gulana 2026an de, şandeke Desteya Mafên Mirovan bi serokatiya serokê desteyê serdana Silêmaniyê kir û girtiyê bi navê Heme Reş dît – ku girtiyekî dosyeya Lalezarê ye û berê li pêşberî dadwer ragihandibû ku di bin îşkenceyê de hêza mêraniyê ji dest daye – lê piştî du rojan, desteyê daxuyaniyek belav kir û tê de bêyî ku hûrguliyan bide, tenê behsa serdana bo cem Heme Reş kir.
Di vê derbarê de endama berê ya Parlamentoya Kurdistanê Hesîbe Gerdî ji BasNews re ragihand: "Beriya niha serokê wê desteyê bi xwe gotibû ku ew ê naveroka serdana xwe ya bo cem Heme Reş bi daxuyaniyekê eşkere bikin, lê belê daxuyaniya hatî belavkirin ne tenê naveroka wê nîne, lê agahiyên tê de ji yên ku serokê desteyê berê gotibûn ji wê jî pir kêmtir in. Ciyê pirsê ye ka çima Desteya Mafên Mirovan ji raya giştî re nabêje di serdana xwe de çi dîtine û rewşa Heme Reş çawa bûye?"
Gerdî her wiha diyar kir: "Têbîniyên me yên zêde hene. Em dibînin ku hinek kesên derveyî desteyê, ji bo paqijnîşandana xwe navê wê desteyê bi kar tînin. Bo nimûne, niha li ser navê wê desteyê tê gotin ku qaşo dîmenên kamerayan nîşanî wan hatine dayîn ku nûciwanekî di girtîgeha çaksaziyê de xwe kuştiye. Berpirsê vê desteyê çawa rê dide xwe ku ev mijar li ser navê wan were safîkirin?"
Hesîbe Gerdî di dawiyê de got: "Di dosyeya girtiyên Lalezarê de binpêkirinên pir mezin li dijî mafên mirovan rû dane; ji dosyeya Heme Reş bigire heta ya birîndarbûna milê Karzan û îşkencekirina hovane ya Hêmin Hadîesûr. Lê belê heta niha Desteya Mafên Mirovan helwesteke zelal nîşan nedaye. Daxuyaniya wan tenê li ser wê yekê bû ku serdan pêk hatiye. Pirs ev e: Ger ev deste parastina mafên mirovan wekî erka xwe dibîne, çima heta niha helwesteke zelal û eşkere ranegihandiye?"
Basnews
