• Thursday, 21 May 2026
logo

Li Dihokê Yekemîn Festivala Berhemên Şîr tê lidarxistin

Li Dihokê Yekemîn Festivala Berhemên Şîr tê lidarxistin

Li navçeya Sêmêlê ya parêzgeha Dihokê, yekemîn Festivala Berhemên Spiyatiyê (berhemên şîr) bi beşdariya bi dehan cotkar, xwedan kargeh û kompanyayên herêmî hat lidarxistin. Armanca sereke ya fetîvalê, nasandina berhemên xumalî û piştgirîkirina kerta ajeldariyê li herêmê ye.

Fetîvala ku li yarîgeha Sêmêlê birêve diçe, zêdetirî 80 beşên cuda tê de hatine danîn. Di her beşekê de berhemên cihêreng ên wekî penîr, mast, lork, hêk û gelek celebên din ên spiyatiyê bi xelkê tên naskirin.

Rêkxerê fetîvalê Esed Elî got: "Di vê fetîvalê de 10 kompanyayên sereke, 5 kargehên mezin, 10 kargehên destî û her wiha 50 cotkar beşdar bûne. Armanca me ew e ku em nîşan bidin ku Sêmêl û Dihok di warê ajeldariyê de navendeke girîng in."

Cotkarê bi navê Şefîq Koçer ku bi berhemên xwe beşdar bûye, bal kişand ser dewlemendiya berhemên herêmê û got: "Me celebên cihê yên penîr û spiyatiyê anîne. Ev berhem ji zozanên me hatine. Em dixwazin gelê me berhemên xumalî yên paqij û bi tendurist nas bikin."

Herwiha cotkar Şewket Zêbarî û xwediya kompanyaya berhemên şîr Selwa Star jî kêfxweşiya xwe nîşan dan û destnîşan kirin ku fetîvaleke wiha ji bo aboriya herêmê û handana hilberîna navxweyî gaveke pir girîng e.

Ev fetîval, ne tenê bi firotina berhemên spiyatiyê ve sînordar e; di nav de çalakiyên hunerî, stran, stranên folklorî û herwiha semînerên zanistî yên li ser kerta ajeldariyê jî tên pêşkêşkirin.

Tê payîn ku fetîval sê rojan berdewam bike û bi hezaran geştyar û welatiyên ji deverên cuda yên Herêma Kurdistanê serdana Sêmêlê bikin. 

 

K24

Top