• Sunday, 17 May 2026
logo

Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir

Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û  Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Şamê bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack re civiya.

Di civînê de hewldanên ji bo xurtkirina hevkariya aborî ya di navbera Sûriye û Amerîkayê de hatin gotûbêjkirin.

Serokkomariya Sûriyeyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serokê Dewletê Ehmed Şer li Qesra Gel a li Şamê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê qebûl kir.

Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve û Penaberan Esed Şeybanî jî amade bû."

Gotûbêjkirina hevkariya aborî

Di daxuyaniyê de her wiha ev agahî hatin dayîn:

"Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û ya herêmê hatin nîqaşkirin.

Rêyên bipêşxistina hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de û dosyeyên li ser berjewendiyên dualî hatin gotûbêjkirin."

Di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê de, Tehranê wekî bersivdanê mûşek avêtibûn Kendavê, Îraqê û deverên din ên herêmê.

Tevî ku hinek mûşek li axa Sûriyeyê ketin jî Sûriye li derveyî pevçûnan ma.

Sûriye wekî alternatîf tê dîtin

Piştî qutbûnên ji ber dorpêça Îranê ya li Tengava Hurmizê, Sûriyeyê xwe ji bo hinartina petrolê wekî rêyeke derbasbûnê ya alternatîf nîşan da.

Ji bo piştgiriya hewldanên başbûn û nûavakirinê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) piraniya cezayên li ser Sûriyeyê rakir.

Ev ceza di dema desthilata Beşar Esed de li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin.

Lê belê dilgiraniyên li ser mafên pêkhateyan û binpêkirinên mafên mirovan hîn jî di rojeva Washington û Ewropayê de ne.

Şertê başkirina mafên mirovan

Hinek endamên Kongreya Amerîkayê li ser mijarê hişyarî da.

Wan diyar kir, eger sozên li ser nûavakirin û dîplomasiyê neyên bicihanîn, dibe ku cezayên di meha Çiriya Paşîn de hatibûn rakirin ducare werin sepandin.

Rayedarên Ewropayî jî bal kişand ser rakirina cezayan.

Wan destnîşan kir ku ev yek girêdayî nêzîkatiya li hemberî pêkhateyên neteweyî û olî yên li Sûriyeyê û başkirina mafên mirovan e.

 

Rudaw

Top