• Thursday, 21 May 2026
logo

PJAK: Trump çek dabine kê bila eşkere bike

PJAK: Trump çek dabine kê bila eşkere bike

Berdevka Ragihandinê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Gelawêj Ewrînê bertek nîşanî gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got, “Me ji ti hêzekê çek wernegirtine û bila Trump eşkere bike ka çek dane kê.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya niha gotibû, “Me di ser Kurdan re gelek çek ji xwenîşanderên Îranî re şandin.

Ez difikirim ku Kurdan ev çek ji xwe re hiştin, lewma ez gelekî bêhêvî bûm.”

Ev daxuyaniyên Trump rojên dawiyê careke din bûn rojev û hinek alî van daxuyaniyan bi kar tînin da ku Kurdan bikin hedef.

 “Te çek dane kê eşkere bike”

Berdevka Ragihandinê ya PJAKyê Gelawêj Ewrînê bal kişand ser mijarê û xwest ku Trump daxuyaniyên xwe zelal bike û got:

“Serokê Amerîkayê Donald Trump çek dabin kê bila eşkere bike.”

Gelawêj Ewrînê bangî partiyên Kurdan jî kir û got, “Kê çi çek wergirtibin bila eşkere bike û zêdetir vê rewşê şêlû nekin.”

Têkiliyên Amerîka û Çînê yên li ser Îranê

Ewrînê behsa îhtimala lihevkirina Amerîka û Çînê ya li ser Îranê jî kir.

Wê destnîşan kir ku dê li dijî Îranê careke din destêwerdanek pêk were û wiha pê de çû:

“Dibe ku dema wê kurt be lê dê bibandor be. Li ser mijara ku divê Îran nebe xwediya çekên nukleer, Amerîka û Çînê li hev kiriye.

Her wiha Tengava Hurmizê ji bo Çînê gelekî girîng e û ew dê hewl bide bi Amerîkayê re hinek peymanan çêbike.”

“Em li ser axa Îran û Rojhilat hene”

Gelawêj Ewrînê eşkere kir ku nabe Trump Kurdan sûcdar bike û got:

“Em wekî PJAKê ji Trump re dibêjin, tu nikarî gelê Kurd bi wê yekê sûcdar bikî ku qaşo te çek dane wan û wan jî ew çek bi kar neanîne.

Em li ser axa Îran û Rojhilatê Kurdistanê hene. Hem di qada siyasî hem jî di qada leşkerî de hêza me heye.”

“Bila kes gefan li Kurdan nexwe”

Berdevka PJAKyê ducare kir ku wan ti çek wernegirtine û wiha axivî:

“Heke Amerîkayê çek dabin hinek hêzan, bila bi eşkereyî ragihîne bê ka dane kê û kîjan partiyên siyasî.

Bila kes gefan li Kurdan nexwe û nebêje 'me çek dan we, we jî bi kar neanîn'.

Wateya vê gefê ew e ku hem dixwazin Îranê li dijî Kurdan sor bikin hem jî dixwazin baweriya gelê me ya bi me bişikînin.

Gelê me dizane ku em heta îro bi hêza xwe hatine. Hêza me dê li cihê pêwîst destwerdana xwe jî bike.”

Bangî partiyên Kurdan kir

Gelawêj Ewrînê di dawiya axaftina xwe de banga xwe ya ji bo partiyên din ên Kurdan ducare kir û got:

“Heke partiyên siyasî yên Kurd ji Amerîkayê çek wergirtibin, bila vê yekê bi eşkereyî bibêjin.

Şêlûkirina rewşê ya bi vî rengî, ne di berjewendiya ti kesan de ye.

Biçûkxistina Kurdan a bi vê rêbazê rewşeke wisa ye ku teqez nayê qebûlkirin.

Kurd li herêmê aktorekî sereke ne. Hêza wan jî heye, hêza me ya bingehîn jî gelê me ye.”

 

Rudaw

Top