• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Navxwe derbarê hatûçûnê de biryar da

Gulan Media August 4, 2020 Nûçe
Wezareta Navxwe derbarê hatûçûnê de biryar da
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser qedexeya hatûçûn û rêkarên nû yên rûbirûbûna vîrûsa koronayê daxuyaniyeke nû belav kir.

Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê îro bi mebesta pêkanîna rêkarên nû û gotûbêjkirina rewşa xweparastina ji belavbûna zêdetir a koronayê civiya û çend biryarên nû dan.

1 – Li hemû cihên giştî, divê welatî mask bi kar bînin.

2 – Hemû navendên bijîşkî heta 14 rojan têne girtin.

3 – Cihên giştî, park, kafeterya û çayxane têne girtin.

4 – Holên werzişê, hewûz û klûpên şevan girtî dimînin.

5 – Hemû merasîmên olî û civakî qedexe ne.

6 – Xwaringeh divê xwarinan tenê bigihînin malan.

7 – Hatûçûna di navbera parêzgeh û bajaran de têne rawestandin.

8 – Hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de heta hefteyekê tê sekinandin.

9 – Hatûçûna dîplomatkarên biyanî û hêzên hevpeymaniyê berdewam e.

10 – Hatûçûna ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî berdewam e.

11 – Şofêrên wesayîtan divê mask bi kar bînin.

12 – Li saziyên sektora taybet, divê karmend mask bi kar bînin.

13 – Li derveyî cih û avahiyan divê di navbera mirovan de metreyek û nîv mesafe hebe.

14 - Kesên vedigerin welat divê soznameyekê îmze bikin ku dê xwe kerentîn bikin.

15 – Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl heta hefteyekê dê ji bo geştyariyê were girtin.

16 – Jûra operasyonan û îdareyên serbixwe divê van xalan cîbicî bikin û çavdêriya cîbicîkirina wan bikin.



Rudaw
Top