Wezareta derve ya Amerîkayê red kir civîn li gel PKKê pêkanîbe
Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê duh 03.08.2020ê ji Dengê Amerîkayê re ragehand, ‘’Ev îdîa ti rastiyeke xwe tine û ti civîneke wisa jî pêknehatiye.’’
Herwaha çavkaniyek li leşkerên Amerîkayê jî gotiye: ‘’Ti civînek nehatiye kirin. Çîrokekî bi temamî derew e.’’
Çend rojên borî de li çapemeniya herêma Kurdistanê û navçeyê behs dihate kirin ku şandeyekî Amerîkayê bi çend wesayîtan ve ku balefirên şer ên Amerîkayê ew diparastin, ber bi nêzîk Qendîlê ve çûne û li wê deverê li gel endamên PKKê civiyane.
Heta naha ti rayedarekî herêma Kurdistanê û PKKê ew gotegot piştrast nekirine.
Basnews
