Ebdulstar Mecîd: Em baş dibînin ku parlamento were çalakkirin û hikûmet were avakirin
Şandeke Komela Dadgeriya Kurdistanê serdana Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û piştî civînê, tekezî li ser pêwîstiya nêzîkbûna her du aliyan hate kirin.
Beriya bîskekê îro çarşemê 20.05.2026an, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Serokê şanda Komelê Ebdulstar Mecîd civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Fazil Mîranî ragihand ku wan li gel Komelê çend mijar gotûbêj kirine. Hevdem tekez kir ku: "Berpirsiyariya neteweyî dixwaze ku em xalên lawaz nedin neyarên xwe."
Ji aliyê xwe ve, Ebdulstar Mecîd bal kişand ser wê yekê ku: "Em di parlamentoyê de nînin, loma çalakkirina parlamentoyê pêwendiya xwe bi me re nîne. Lê em li gel wê yekê bûn ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên nûkirin. Niha jî em baş dizanin ku parlamento were çalakkirin û hikûmet were avakirin."
Her wiha da zanîn ku wek Komel ew hest dikin pêwendiyên wan li gel PDKê sist bûne, lê ew bi pêwîst dizanin ku pêwendiyên xwe asayî bikin û ji hev nêzîk bibin.
Basnews
