Serok Barzanî di 64emîn salvegera pêşmergetiya xwe de: Pêşmerge rûmeta herî bilind e
Serok Mesûd Barzanî, di 64emîn salvegera bûna xwe ya bi pêşmerge de, peyamek belav kir û ragihand: "Silav li canê pak ê wan pêşmergeyên ku xwîna wan a geş bûye hêvin û bingeha azadiyê."
Îro çarşemê 20.05.2026an ku 64emîn salvegera pêşmergebûna Serok Barzanî ye û ji ber wê jî, Serok Barzanî li ser tora civakî ya X de peyamek weşand û tê de got: "Silav li ruhê paqij ê wan pêşmergeyên ku xwîna wan a sor bûye hêvinê azadî û serbilindiya gelê wan û di wê rêyê de şehîd bûne."
Her di wê peyamê de, Serok Barzanî ev yek jî aniye ziman: "Silav li hemû wan mêrxasên ku rêya pêşmergetiyê hilbijartine û ev erka pîroz li ser milê wan e, ez çavên wan radimûsim."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez kir: "Pêşmergetî rûmeta herî bilind e."
