• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan

Gulan Media August 4, 2020 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan
Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din bi Koronayê can dan û 348 kesên din jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 348 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine ku 244 kes li Hewlêrê ne, 60 li Duhokê, 19 li Silêmaniyê û 25 kes jî li Germiyanê ne.

Wezareta tenduristiyê da zanîn, ji duhî de 14 kes jî bi Koronayê can dane û 114 kes jî baş bûne.

Li gorî amarên han, heta niha 14 hezar û 816 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine ku 9 hezar û 413 kes jê baş bûne û 574 kes jî mirine.

Basnews
Top