Li Herêma Kurdistanê 334 kesên din bi koronayê ketin
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku roja Yekşemê 2yê Tebaxê hezar û 928 pişkinînên taybet bi koronayê li seranserê herêmê hatine kirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, encamên pişkinînên 334 kesan pozîtîv derketiye û tûşî COVID-19 bûne, ku rêjeya herî zêde li parêzgeha Hewlêrê ye û 207 kes in.
Wezareta Tendirustiyê diyar kiriye, 33 kesên din li Silêmaniyê, 17 li îdareya Germiyanê, û 77 li ne.
Herwiha li seranserî Herêma Kurdistanê di anva rojekê de 122 kes ji pêketiyên COVID-19 baş bûne ku 77 kes li Hewlêrê, 26 li Germiyanê, 10 li Helebce û 9 jî li Duhokê ne.
Bi vê hejmara nû, hrjmara tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bûye 14 hezar û 468 kes û ji wê hejmarê jî 9 hezar û 299 kes baş bûne û 560 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye, ku heta niha li herêmê pişknîna Koronayê ji bo 207 hezar û 944 kesan hatiye kirin.
Rudaw
