• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê 334 kesên din bi koronayê ketin

Gulan Media August 3, 2020 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê 334 kesên din bi koronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê 334 kesên din bi vîrusa nû ya koronayê anku COVID-19 ketine û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku roja Yekşemê 2yê Tebaxê hezar û 928 pişkinînên taybet bi koronayê li seranserê herêmê hatine kirin.

Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, encamên pişkinînên 334 kesan pozîtîv derketiye û tûşî COVID-19 bûne, ku rêjeya herî zêde li parêzgeha Hewlêrê ye û 207 kes in.

Wezareta Tendirustiyê diyar kiriye, 33 kesên din li Silêmaniyê, 17 li îdareya Germiyanê, û 77 li ne.

Herwiha li seranserî Herêma Kurdistanê di anva rojekê de 122 kes ji pêketiyên COVID-19 baş bûne ku 77 kes li Hewlêrê, 26 li Germiyanê, 10 li Helebce û 9 jî li Duhokê ne.

Bi vê hejmara nû, hrjmara tûşbûyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bûye 14 hezar û 468 kes û ji wê hejmarê jî 9 hezar û 299 kes baş bûne û 560 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

‌Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye, ku heta niha li herêmê pişknîna Koronayê ji bo 207 hezar û 944 kesan hatiye kirin.

Rudaw
Top