• Sunday, 08 February 2026
logo

Danûstadandinên aliyên Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxa duyem bûn

Gulan Media August 3, 2020 Nûçe
Danûstadandinên aliyên Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxa duyem bûn
Tê gotin ku qonaxa duyem ya danûstandinên partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.

Medyaya nêzîkî PYDê ragihandiye, qonaxa duyem ya danûstandinên TEV-DEM û ENKSê dest pê kiriye û di çend rojên borî de du caran hevdîtin hatine kirin.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, berpirsên Amerîkî û nûnerên partiyên Rojava beşdar bûne.

Tê gotin ku naveroka wan hevdîtinan, axaftin li ser dîtina lêvegereka siyasî ye da ku bi rêka wê lêvegerê mijarên serbazî û rêveberiyê bên gotûbêjkirin.

Basnews
Top