Danûstadandinên aliyên Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxa duyem bûn
Medyaya nêzîkî PYDê ragihandiye, qonaxa duyem ya danûstandinên TEV-DEM û ENKSê dest pê kiriye û di çend rojên borî de du caran hevdîtin hatine kirin.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, berpirsên Amerîkî û nûnerên partiyên Rojava beşdar bûne.
Tê gotin ku naveroka wan hevdîtinan, axaftin li ser dîtina lêvegereka siyasî ye da ku bi rêka wê lêvegerê mijarên serbazî û rêveberiyê bên gotûbêjkirin.
Basnews
