Dengbêj û zarokan li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Li Stenbolê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakî û ahengên pîrozbahiyê tên lidarxistin.
Komeleya HEZKURD û Federasyona Xoçvanê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist.
Dengbêjên navdar û zarokên Kurd bi hev re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
Piştî nexweşiyê cara ewil derket pêşberî hezkiriyên xwe
Dengbêj Kazo ku demekê li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, piştî ku baş bû cara ewil beşdarî bernameyekê bû.
Wî wekî zarokan bi kêf û şahî stran û kilamên xwe ji civatê re pêşkêş kirin.
Dengbêj Kazo ji Rûdawê re axivî û got:
“Heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî ez dê di xizmeta gel û zimanê xwe de bim.
Ez Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya Kurdên li cîhanê pîroz dikim.”
"Ziman nasname û rûmeta me ye"
Li Tirkiyeyê zimanê Kurdî ne zimanê fermî û ne jî yê perwerdeyê ye.
Lê bi milyonan Kurdên li Stenbolê hewl didin ku çand û zimanê xwe biparêzin û ragihînin nifşên nû.
Şopênera ŞOPA-KURDê Bahar Xanimê jî girîngiya ziman anî zimên û got:
“Ziman nasnameya me ye. Ziman hebûn û rûmeta me ye. Divê em li çand û zimanê xwe xwedî derkevin.”
"Em dev ji zimanê xwe bernadin"
Endamê Birêvebiriya Federasyona Xoçvanê Hîkmet Yilmaz destnîşan kir ku Xoçvan herêmeke Erdexana Bakurê Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha domand:
“Hejmara me li Stenbolê zêde ye. Em li ku bin bila bibin, ha li Stenbolê ha li Kurdistanê, em dev ji çand û zimanê xwe bernadin û em têkoşîna hebûna xwe didin.”
Di dîwana dengbêjan de ji bilî Dengbêj Kazo, Dengbêj Mihemedê Beyro, Xeniyê Qereyazî, Sebrî Agirî, Mihemedê Serhedî, Toso, Hozan Mem û Hunermend Rêzan Şîrwan jî amade bûn.
Dengbêj û hunermendan bi stran û kilamên xwe dilê beşdaran geş kir. Cejna Zimanê Kurdî bi aheng û şahiyeke mezin hat pîrozkirin.
Rudaw
