Îlham Ehmed: Me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê îdiayên "çûyîna Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan" red kirin.
Di rojên dawî de li ser hinek saziyên medyayê û torên civakî îdiayek belav bûbû ku qaşo Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çûne Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiyane.
"Ev nûçe bi ti awayî ne rast in"
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bersiv da van angaştan.
Îlham Ehmedê di daxuyaniya xwe de anî zimên:
"Di rojên dawî de nûçeyek belav bûye ku Xwedêgiravî em li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re civiyane û me hevdîtin kiriye.
Em ji raya giştî re diyar dikin ku ev nûçe bi ti awayî ne rast e. Ti hevdîtin çênebûye û îhtimala hevdîtinekê jî tune."
Rudaw
