• Sunday, 08 February 2026
logo

DAIŞê êrişî girtîgehekê kir: Herî kêm 20 kuştî

Gulan Media August 3, 2020 Nûçe
DAIŞê êrişî girtîgehekê kir: Herî kêm 20 kuştî
Hejmara qurbaniyên êrîşa DAIŞê bo ser girtîgehekê li parêzgeha Nangarharê ya rojhilatê Efxanistanê gihişt 20 kesan, şer berdewam e û tê pêşbînîkirin hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Li gor polîsê Nangarharê, çekdarên DAIŞê bo tolstandina kuştina serkirdeyekî xwe yê bilind bi navê Essadulla Orakzay şeva borî bi planeke qayîm êrîşî girtîgehekê kirine da ku girtiyan azad bikin.

Yekem car bi otomobîla bombekirî xwe li deriyê girtîgehê dane û piştre çekdaran bi ser girtîgehê de girtine û dengê çendîn teqînên din li heman cihî hatin bihîstin.

Di dema êrîşa DAIŞê de 75 girtî reviyan û di nav de çekdarên DAIŞê jî hebûn, DAIŞê her yekser berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Ev jî rojek piştî wê ye ku hikûmeta Efxanistanê kuştina serkirdeyekî bilind ê DAIŞê li parêzgehê ragihandibû.

Ji dema hikûmeta Efxanistanê rêkeftina aştiyê li gel Talîbanê kiriye, êrîş û teqîn li hinek navçeyên rojhilatê wî welatî zêde bûne, piraniya êrîşan jî DAIŞ li xwe digre.

Rudaw
Top