• Monday, 18 May 2026
logo

Serokwezîrê Vatîkanê: Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî ya bihevrejiyanê ye

Serokwezîrê Vatîkanê: Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî ya bihevrejiyanê ye

Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin got, “Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî ya bihevrejiyanê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin pesnê Herêma Kurdistanê da.

Pietro Parolin Herêma Kurdistanê wekî "mînakeke zindî û serkeftî ya bihevrejiyana aştiyane ya dîn û pêkhateyên cuda yên li herêmê" bi nav kir.

Pêwendiyên dualî hatin nirxandin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Îraqê yên bi Vatîkanê re hatin gotûbêjkirin.

Her wiha rewşa siyasî û ewlehî ya Îraqê û rewşa pêkhateyên olî û neteweyî hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalogê kir.

Wan destnîşan kir ku divê nirxên bihevrejiyan û lêborîniyê yên li herêmê werin kûrkirin.

Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya berdewam a ji bo aştî û aramiyê spasiyên Herêma Kurdistan û Îraqê gihandin Vatîkanê.

Li hêla din, Serokwezîrê Vatîkanê jî pesnê pêgeha Herêma Kurdistanê da.

Wî got, "Herêma Kurdistanê li herêmê ji bo bihevrejiyana aştiyane ya dîn û pêkhateyên cuda mînakeke zindî û serkeftî ye."

Bandorên mirovî yên aloziyan

Mijareke din a civînê pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya herêmê bû.

Her du aliyan bandorên mirovî yên aloziyan nirxandin.

Di vê derbarê de, her du alî li ser pêwîstiya parastina aştî û aramiya herêmê hemfikir bûn.

 

Rudaw

Top