• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir

Gulan Media August 3, 2020 Nûçe
Serok Barzanî Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan pîroz kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya xûşk û birayên Êzîdî pîrozbahiyeke germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev cejine ji bo hemî Êzdiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeka nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzîdî hemû cejin û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.

Cejna hewe pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşî
Top