• Sunday, 08 February 2026
logo

Mîrgehên ereb ji Tirkiyê xwest destwerdanê li welatên ereb neke

Gulan Media August 2, 2020 Nûçe
Mîrgehên ereb ji Tirkiyê xwest destwerdanê li welatên ereb neke
Wezîrê karûbarên derve yê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî Enwer Qirqaş îro, piştî hin axaftinên wezîrê berevaniya Tirkiyê yên li ser Lîbyayê Şemiyê got divê Tirkiyê destêwerdana di karûbarên Ereban de rawestîne.

Medya Tirkiyê hin axaftinên wezîrê berevaniya Tirkiyê belav kiribûn ku tê de kiryarên Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî li Lîbya rexne dike.

Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, li gel Misir û Rûsya, piştgiriya komandarê Lîbî Xelîfe Hefter dike. Hêzên Hefter şerê hêzên hikûmeta Lîbya ya ku civaka navnetewî pênasînê bi wê dike, dikin.

Tirkiyê piştgiriya xwe ya bo hikûmeta Terablusê bihêz kiriye.

Wezîr Qirqaş li ser Tiwîtera xwe nivîsand:

“Pêwendî bi riya gefan birêve naçin û di van roj û serdemê de, cih ji xeyala kolonyalî re nîne.”

Basnews
Top