• Sunday, 08 February 2026
logo

Kazimî û Erdogan mijarên ewlekariyê gotûbêj kirin

Gulan Media August 2, 2020 Nûçe
Kazimî û Erdogan mijarên ewlekariyê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di peywendiyeke telefonî de Cejna Qurbanê li hev pîroz kirin û mijarên weke ewlekarî û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Ofîsa Ragihandina Serokwezîriya Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî û Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê 1î Tebaxa 2020an peywendiyeke telefonî pêk anîn û di wê peywendiya telefonî de Cejna Qurbanê li hev pîroz kirin.

Li gor daxuyaniyê Kazimî hêviya aramiyê û pêşketinê ji Tirkiyê re xwestiye.

Di peywendiyê de Erdogan û Kazimî, ligel peywendiyên giştî behsa bihêzkirina hevkariya di navbera herdu welatan de û mijarên weke têdildarî ewlekarî û aramiya herêmê kirin.

Herdu aliyan tekezî li wê jî kiriye, ku ew xwezyar in ji b o pêşxistina peywendiyên dualî ku “xizmeta berjewendiyên herdu gelên dost bike.”

Herwiha hatiye belavkirin ku Erdogan baweriya xwe ya temam bi serkeftina hikûmeta nû ya Iraqê û gelê Iraqê derbiriye di vê qonaxa zehmet de ku tê re derbas dibe.

Di 5ê Gulana borî de, Erdogan pêwendiyeke telefonî ligel Mistefa Kazimî encam dabû, û pîrozbahiya wergirtina postê serokwezîriya Iraqê lê kiribû û jê re gotibû, ku di derfeteke nêzîk de, ew dê serdana Iraqê bike.

Rudaw
Top