• Sunday, 08 February 2026
logo

DUHOK - Firokeyên Tirkiyê nêzîkê komelgeha Bagêra bombebaran kir

Gulan Media August 2, 2020 Nûçe
DUHOK - Firokeyên Tirkiyê nêzîkê komelgeha Bagêra bombebaran kir
Firokeyên şer ên Tirkiyê ji ber liv û tevgerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nêzîkê komelgeha Bagêra ya ser bi Duhokê bombebaran kir.

Peyamnêrê K24ê ragihand; vê êvarê firokeyên şer ên Tirkiyê, 200 metre li nêzîkî malên welatiyên li komelgeha Bagêra ya ser bi Duhokê bombebaran kir.

Li gor gotina welatiyekî ku bûye şahidê rûdanê, di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de çekdarekî PKKê birîndar bûye.

Amaje bi wê yekê jî kir; welatiyên li wê deverê gilî û gazinan ji çekdarên PKKê dikin, ku gelek nêzîkî deverên niştecîbûna xelkê sivîl dibin û her dem bombebaranên Tirkiyê zirar didin xelkê sivîl.

Top