Rêveberiya Trump piştevaniya rêkevtina ligel Rêveberiya Xweser dike
Rêveberiya Xweser ligel kompaniyayeke di warê petrolê ya Amerîkayê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye.
Lihevkirin hefteya borî di navbera Rêveberiya Xweser û Kompaniyaya Delta Kirîsent Energy a Amerîkî hate îmzekirin, li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.
Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên kongires û piştevaniya Washingtonê ye.
Roja 29 meha borî, senatorê Komariyan û kesaytiyê nêzîkî serokê Amerîka, Lindsey Graham ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî axivî. Mazlûm Kobanî hûrbîniyên lihevkirinê ji Graham re eşkere kirin û daxwaz jê kir ku serokê Amerîka li ser wan hûrbîniyan agahdar bike.
Ev yek roja 30 mehê jî li Kongiresa Amerîkayê hat gotûbêjkirin û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li pêşiya Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran axivî.
Senatorê Komariyan Lindsey Graham ji Mike Pompeo pirsî: “Ez duh ligel general Mazlûm Evdê axevîm, diyar e wan lihevkirinek ligel kompaniyayeke Amerîkî îmze kiriye ji bo pêşxistina bîrên petrolê li Bakurê rojhilatê Sûriyê, gelo hûn piştevaniyê li wê gavê dikin? Ew rêkeftin dê baş be ji bo alîkariya hemû kesên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê?”
Pompeo jî diyar kir ku ew piştevaniya wê rêkevtinê dikin û got: “Ji bo îmzekirina rêkevtinê me hêviya demeke zêdetir dikir, lê niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye û dibe ku gelekî baş be.”
Amerîka ne tenê piştîvaniya rêkeftinê di navbera kompaniyayê û Rêveberiya Xweser de dike, di heman demê de bi xwe jî hinek pêngavan davêje, ji wan jî peydakirina du parzûngehan bo Rêveberiya Xweser.
Berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011ê de, hikûmeta Sûriyê nêzîkî 380 hezar bermîl petrol rojane berhem dianî. Beşê herî zêde yê petrola Sûriyê ji navçeya Rimêlana Rojavayê Kurdistnê û Dêrezorê ye, ku niha li jêr destê Rêveberiyêa Xweser de ye.
Berpirsên Amerîkayê jî çend caran ragihandinine, artêşa welatê wan nêzîkî kêlgehên petrolê yên li navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser de dibin û rê nadin ku bîrên petrolê bikevin destê DAIŞê yan Rêveberiya Beşar Esed an jî hêzeke din.
Rudaw
