Pêvajoya Çareseriyê: Di navbera daxwaza çekdanînê û kêşeya yasayî de
Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûq Gergerlioglu, derbarê pêvajoya çareseriyê û mijara çekdanîna PKKê de daxuyaniyên giring dan. Her çend her du alî jî behsa berdewamiya pêvajoyê bikin, lê li ser şêwaz û gavên yasayî nêrînên cuda derketin pêş.
Kurtulmuş: "Ger PKKê berpirsiyariyên xwe pêk anîba, prose bi ser ketibû"
Serokê Parlamena Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand, eger PKKê sozên dane cîbicî kiriba û hemû çekên xwe danîba, niha pêvajo gihîştibû serkeftinê. Kurtulmuş bang li PKKê kir ku hemû çekên xwe deynin û li parlamenê rê li ber siyaseta demokratîk vekin.
Kurtulmuş di axaftina xwe de got: “Pêncî salên Komara me ya sedsalî bi şerê navxwe û pevçûnan derbas bû. Niha komîsyonek bi beşdariya hemû partiyan nexşerêyek diyar kiriye. Siyaset karê xwe dike, lê divê rêxistin çekan deyne daku pêşiya demokratîkbûnê vebe. Li Îran û Sûriyeyê jî êdî ji bilî çekdanînê rêyeke din nemaye. Ew çek dê werin danîn û biratî dê desthilat be.”
Gergerlioglu: "Pirsgirêka bingehîn bawerî û yasayî ye"
Berevajî van daxuyaniyan, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûq Gergerlioglu ji bo Kurdistan24ê diyar kir, pêvajo nesekiniye, lê her du alî (hikûmet û PKK) xwe ji avêtina gavên cidî dûr dixin.
Gergerlioglu bal kişand ser kêşeya baweriyê ya di navbera aliyan de û wiha got: “Niha dewlet ji PKKê re dibêje 'bi temamî çekan deyne', lê PKK jî dibêje 'ez ê çawa baweriyê bi dewletê bînim?'. PKK daxwaz dike ku dewlet yasayên taybet ji bo çekdarên wan derxîne, daku bawerî çêbibe. Hikûmet xwedî hêz e, divê îradeya xwe nîşan bide û guhertinên yasayî pêk bîne.”
Gergerlioglu destnîşan kir ku PKK ji ber nebûna garantiyên yasayî gavan naavêje û di qonaxên hestiyar de, her du alî jî xwe ji berpirsiyariya rastîn vedişêrin.
K24
