• Saturday, 16 May 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Elî Zeydî kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Elî Zeydî kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir, ku baweriya parlamentoyê wergirtiye û hêvî xwest ku ev hikûmet ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkan û baştirkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bibe destpêka serdemeke nû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14.05.2026, di peyamekê de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî û kabîneya wî kir, piştî ku êviriya îro karî baweriya parlamentoyê bi dest bixe.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Ez pîrozbahiyeke germ li Serokwezîrê Federal birêz Elî Falih Zeydî û kabîneya wî dikim, baweriya Encûmena Nûnerên Iraqê bi dest xistiye."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêviyên xwe ji bo paşeroja Iraqê di bin sîbera vê hikûmeta nû de anîn ziman û got: "Ez hêvîdar im ku ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû ji tenahî û aştiyê li Iraqê."

Mesrûr Barzanî di pareke din a peyama xwe de tekez li ser giringiya çareserkirina dozên hilawistî kir û diyar kir: "Ez hêvî dikim ku ev hikûmet bibe sedema çareserbûna gişt arêşeyên Iraqê û bicihanîna destûrê, herwiha baştirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de."

Ev peyama pîrozbahiyê piştî wê yekê tê ku îro Parlamentoya Iraqê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bawerî da karnameya wezarî ya Elî Zeydî û 14 wezîrên kabîneya wî, tevî ku rûniştin ji ber hinek aloziyan ji bo demekî hat paşxistin.

 

 

 

 

Top