• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir

Gulan Media August 2, 2020 Nûçe
Serok Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya birayê wî serxweşî li Elîxan Tahirxan Simayil Axa Simko kir.

Li gor malpera fermî ya serok Barzanî peyam waha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Elî Xan Tahîrxan Simayil Axa (Simko)

Bi xem û kovaneke mezin xebera koça dawî ya Kek Abdullahê birayê we gihîşt me.

Serxweşiyê li we yên birêz û tevahiya malbat û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kek Abdullah bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
01.08.2020

Basnews
Top