• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlementerekî Kurdistanê: PKK li deverên sînorî yên Başûr bi zorê bacê ji xelkê distîne!

Gulan Media August 1, 2020 Nûçe
Parlementerekî Kurdistanê: PKK li deverên sînorî yên Başûr bi zorê bacê ji xelkê distîne!
Endamekî parlementoya Kurdistanê dibêje, çekdarên PKKê li hinek deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bacê ji welatiyan distînin!

Endamê parlementoya Kurdistanê, Rêbwar Babkeyî ji BasNewsê re got, piştî lêkolîn û lêgeriyanên me, eşkere bû ku çekdarên PKKê li hinek deverên sînorî bargeh û xalên kontrolê danîne û bi zorê bacê ji welatiyan distînin.

Rêbwar Babkeyî her wiha got, xelkê wan deveran herî zêde li ser çandinî û ajeldariyê dijîn. Ew gelek zehmetiyê dibînin heta ku berhemên xwe pê digehînin lê di dema gihîştina berheman de çekdarên PKKê bi zorê hinekî ji wan distînin.

Wî parlementerê Kurdistanê da zanîn, çekdarên PKKê ji her berhemekê %3 wek bac distînin û got, mînak; ji her 100 pezî 3 pezan wek bac distînin. Ji xwe ji ber şerê PKK û Tirkiyê heta niha gelek gund hatine valakirin û gelek welatiyên sivîl jî şehîd bûne.

Basnews
Top