Parlementerekî Kurdistanê: PKK li deverên sînorî yên Başûr bi zorê bacê ji xelkê distîne!
Endamê parlementoya Kurdistanê, Rêbwar Babkeyî ji BasNewsê re got, piştî lêkolîn û lêgeriyanên me, eşkere bû ku çekdarên PKKê li hinek deverên sînorî bargeh û xalên kontrolê danîne û bi zorê bacê ji welatiyan distînin.
Rêbwar Babkeyî her wiha got, xelkê wan deveran herî zêde li ser çandinî û ajeldariyê dijîn. Ew gelek zehmetiyê dibînin heta ku berhemên xwe pê digehînin lê di dema gihîştina berheman de çekdarên PKKê bi zorê hinekî ji wan distînin.
Wî parlementerê Kurdistanê da zanîn, çekdarên PKKê ji her berhemekê %3 wek bac distînin û got, mînak; ji her 100 pezî 3 pezan wek bac distînin. Ji xwe ji ber şerê PKK û Tirkiyê heta niha gelek gund hatine valakirin û gelek welatiyên sivîl jî şehîd bûne.
Basnews
