• Thursday, 14 May 2026
logo

Rayedarekî Amerîkî axivî: Kurdan dest nedaniye ser çekan

Rayedarekî Amerîkî axivî: Kurdan dest nedaniye ser çekan

Berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ew raporên ku îdia dikin qaşo komên Kurdan ew çek ji xwe re hiştine ku Amerîkayê şandibûn da ku bigihîjin destê xwenîşanderên dijî hikûmeta Îranê "şaş in", ev jî berovajiyê îdiayên berdewam ên Serokê Amerîkayê Donald Trump e.

Di bersiva şopandineke Tora Medyayî ya Rûdawê ya derbarê îdiayên taybet bi hiştina çekan a ji aliyê Kurdan ve, ku qaşo wekî navbeynkar kar kiriye da ku ew çek bigihîjin destê xwenîşanderên Îranê, wî berpirsê leşkerî ji Rûdawê re got, "Ew rapor şaş in û me tiştekî bi vî rengî jî nedîtiye."

Gotina wî berpirsê Amerîkayî ya ji bo Rûdawê heman wê rojê bû ku tê de Donald Trump careke din Kurd bi birina wan çekan tohmetbar kirin ku qaşo Amerîkayê şandibûn Herêma Kurdistanê da ku bigihîjin destê xwenîşanderên Îranê.

Trump 11ê Gulana 2026an got, "Xelkê Îranê dixwaze birije nav kolanan. Ti çekên wan nînin. Ti çekek di destê wan de nîne.

Me wisa difikirî ku Kurd dê çekan bidin wan lê Kurdan em bêhêvî kirin. Kurd tenê dibin, dibin, dibin... ez gelekî ji Kurdan bêhêvî me."

Xwenîşandanên li Îranê

Bingeha vê îdiayê vedigere dema xwenîşandanên berfireh ên Îranê ku dawiya Kanûna Pêşîn a sala 2025an dest pê kir û bi lez li welêt belav bûn.

Wan xwenîşandanan guvaşeke zêde li ser Komara Îslamî ya Îranê çêkir.

Ew rêxistinên ku di warê çavdêrîkirina mafên mirovan de kar dikin û çavdêriya xwenîşandanan dikir, dibêjin hêzên ewlehiyê yên Îranê bi bikaranîna guleyan û desteserkirinên bikom bersiva xwenîşanderan da û di vê çarçoveyê de jî behsa kuştin û desteserkirina bi dehan hezar kesî di dema tepeserkirin xwenîşandanan de dikin.

Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê jî dibêjin beşek ji xwenîşanderan çekdar bûn û ji 3 hezar û 500 kesên ku di wan xwenîşandanan de hatin kuştin, 2 hezar û 500 kes ji hêzên ewlehiyê bûn û ji aliyê xwenîşanderên çekdar ve hatine kuştin.

Ji Kanûna Pêşîn a 2026an ve Serokê Amerîkayê Donald Trump çendîn caran piştgiriya xwe ji bo xwenîşanderên Îranê bi rêya postên xwe yên li Truth Socialê anî ziman.

Trump xwenîşander teşwîq kirine û soz daye wan ku "alîkarî di rê de ye".

Ji Kanûna Pêşîn a 2026an ve heta "Operasyona Xezeba Dastanî" ya di 28ê Sibata 2026an de, Serokê Amerîkayê Donald Trump çendîn caran piştgiriya xwe ji bo xwenîşanderên Îranê anî ziman.

12ê Kanûna Paşîn a 2026an Trump xwenîşanderên Îranî teşwîq kirin ku xwenîşandanan berdewam bikin û di peyamekê de ji wan re got "alîkarî di rê de ye."

Daxuyaniyên Trump û pirsên bêbersiv

Pirs zêdetir bûn, piştî ku vîdeoya sarincxaneyekê 12ê Kanûna Paşîn a 2026an li başûrrojhilatê Tehranê belav bû ku tê de gelek term di nav kîsikan de hatibûn danîn.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ew kes di rojên birîna înternetê de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûn kuştin.

Êdî nûçegihanan bi berdewamî pirs ji îdareya Amerîkayê dikir bê ma dê ti alîkariya rasterast ji bo xwenîşanderên Îranî were dabînkirin?

Trump 5ê Nîsana 2026an di hevpeyvîneke telefonî de li gel Trey Yingst, peyamnêrê kanala Fox Newsê ya Amerîkayî got ku îdareya wî "gelek çek" bi rêya navbeynkarên Kurd ji bo xwenîşanderên li Îranê şandine.

Trump got ku çek negihîştin destê kesên mebest, ji ber ku "Kurdan çek ji bo xwe birin."

Heman rojê Rûdawê pêwendî bi Koşka Spî re kir, bi armanca bidestxistina zelalkirina derbarê gotinên Serokê Amerîkayê de û zanîna bersiva wê pirsê ku kîjan koma Kurd bi "birina" wan çekan tohmetbar dikin.

Wê demê Koşka Spî bersiv neda.

Trump di van çend hefteyên dawî de jî tohmet ducare kirin, ji wan jî roja duşemê 11ê Gulana 2026an.

5ê Gulana 2026an Rûdawê di konferanseke rojnamevaniyê ya li Koşka Spî de pirs ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio kir û jê pirsî bê ma ew dikare zelal bike ku kîjan ji komên Kurdan ew çek birine?

Rûdawê her wiha ji Rubio pirsî bê ma Washington dixwaze wan çekan vegerîne yan hîn jî rij e li ser gihandina wan ji bo welatiyên sivîl ên Îranê?

Rubio bi awayekî rasterast bersiva pirsê neda, li şûna wê bal kişand ser karesata xwenîşanderên Îranê û got:

"Tiştê ku Serok tîne ziman... ew e ku bi van wêneyan xemgîn e. Bifikire ku tu Îranî yî, tu ne dilxweş î ku aboriya we ti sûdê nade we, azadiya we nîne.

Hevalên we hene ku gule li serê wan ketine, ji ber ku xwenîşandan kirine."

Piştre ji aliyê peyamnêrekî din ve pirs derbarê îdiaya veguhastina çekan de ji Rubio hat kirin, lê bersiva wê pirsê jî neda ku gelo proseyeke bi vî rengî hatiye kirin an na.

Helwesta Pentagon û aliyên Kurdan

11ê Gulana 2026an Rûdawê pêwendî bi Pentagon, Wezareta Karên Derve û ajansên leşkerî yên din ên Amerîkayê re kir bi armanca bidestxistina rûnkirinê derbarê wan îdiayan de, lê tenê berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê bersiv da û bi tundî red kir ku ti veguhastina çekan hatibe dîtin.

Rûdawê pirsên zêdetir ji Koşka Spî re şandin û ew pirs araste kirin ku eger ew çek hatibin şandin, kengî bûye? Kîjan ji komên Kurdan bi birina wan tohmetbar dikin? Gelo îdareya Trump hewl daye wan çekan vegerîne yan ji bo cihekî din veguhêze yan berdewam bibe li ser veguhastina wan ji bo destê welatiyên sivîl ên Îranê? Bersiva Koşka Spî ew bû ku Rûdaw dikare vegere gotinên eşkere yên Donald Trump ên di vê derbarê de.

Dema ku 12ê Gulana 2026an daxuyaniya berpirsê leşkerî yê Amerîkayê ya taybet bi mijarê ji Trump re hat gotin, Serokê Amerîkayê got ku berpirs "şaş in", bêyî ku belgeyên zêdetir yan hûrgiliyên zêdetir bîne ziman.

Meha nîsanê jî berpirsekî bilind ê Kurd ji Rûdawê re got, ti çek bi rêya Wezareta Pêşmerge ve nehatiye veguhastin û her beşdariya wê di her operasyona bi vî rengî de red kir.

Her wiha berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, her wiha partiyên Rojhilatê Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê red kir ku wan ti çek ji Amerîkayê wergirtibin yan gihiştibe wan ji bo bikaranîna li dijî Komara Îslamî ya Îranê yan ji bo şandina ji xwenîşanderên li Îranê re.

Çavkaniyeke din a agahdar a ji mijarê ji Rûdawê re ragihand, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bijardeya şandina çekan ji bo xwenîşanderên Îranê gotûbêj kiriye, lê çek ne radestî komên Kurda hatin kirin û ne jî gihiştin destê welatiyên sivîl ên nav Îranê.

Li gorî çavkaniyê, çek li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn in û negihiştine destê ti aliyekî derveyî hêzên Amerîkayê.

 

Rudaw

Top