Firokeyên Tirkiyê gundekî Zaxo bombebaran kirin
Muştaq Îsmet, Rêveberê Nahiyeya Mangêşk ji Rûdawê re ragihand ku di demjimêr 20.00ê îşev firokeyên cengî yên Tirkiyê 3 caran çemê Şîfkeyan li gundê Kerbilê bombebaran kirin.
Rêveberê Nahiyeya Mangêşk amaje bi wê kir, heta niha ziyanên bombebaranê nizanin ji ber ku bombebaran bi şev hat kirin û kes nikare biçe wan deveran.
Gundê Kerbîlê ji 8 malan pêk tê ku niha tenê 2 mal li gund mane û ew ên din di rojên bêhnvedanê de serdana gund dikin.
Roja 15ê Hezîranê Artêşa Tirkiyê, bi rêya asmanî operasyona ‘Çengê Baz’ û roja 17ê Hezîranê jî bi rêya zemînî operasyona ‘Çengê Piling’ da destpêkirin.
Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibûn raspardin ji bo lêkolînkirina ziyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî, di encama wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.
Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê Başûrê Kurdistanê bi firehiya 40 kîlometre û kurahiya 15 kîlometre derbas kiriye.
Rudaw
