Cejna Qurbanê ya Kurdên Êzidî ye
Ji bo vê cejnê jî bi sedan Kurdên Êzidî çûne ser Çiyayê Şingalê û serdana gorên kesûkarên xwe kirine ku di 24 goristanan de bi xakê hatine spartin.
Şamê Qasim, hemwelatiyeke Kurdên Êzidî ye û dibêje, “Em sibehê zû tên serdana miriyên xwe û cejnê lê pîroz dikin.”
Her di yekem roja cejnê de Kurdên Êzidî piştî serdana goristanan diçine mezargehan û dua bo miriyên xwe dikin.
Kurdên Êzidî di salekê de 7 cejnên taybet hene û bo her cejnekê jî rêûresmeke taybet birêve diçe.
Hemwelatiyeke din a Kurdên Êzidî Xezal Amîn dibêje, “6 xort ji mala bavê min çûn di fermanê de.”
Îsmaîl Behrî, Micewrê Mezargeha Şerfedîn dibêje, “Her cejnek hebe, em erê dikin û daxwaz ji Xweda dikim li me hemûyan pîroz bike û me hemûyan bixe di nav xêr û xweşiyê de.”
Îsal bi biryara Civata Rûhanî ya Êzidiyan, ji ber vîrusa koronayê li Mezargeha Lalişê rêûresma ayînî nehat sazkirin.
Salim Salih, hemwelatiyekî Kurdên Êzidî ye û dibêje, “Îro Cejna Qurbanê ye, ez cejna Êzdiyan hemûyan pîroz dikim. Divê her kes li gor derfetên xwe qurbanekê bide.”
Li gor bîr û baweriya Êzdayetiyê, di Cejna Qurbanê de divê her malbateke Êzidî ajelek û mirîşkekê serjê bike.
Beşek ji Êzidiyan di sibeha roja cejnê de serdana mezargehên nêzikî bajar û gundên xwe dikin û demekê dimînin û dua dikin û paşê diçin malê û cejnê li hev pîroz dikin.
Ji serdema peydabûna şewba Coronayê ve ev yekem car e Kurdên Êzidiyên Şingalê cejnê digêrin.
Rudaw
