NYê 7 meh e alîkariyeke mirovî bo Rojavayê Kurdistanê ne şandiye
Di konekî teng û reş de, li rengên cîhanê yên dûrî destan dinêrin. Trajediya jiyana xwe bi temaşekirina rêzefîlmekê dramayê winda dikin. Ji destpêka şerê Serê Kaniyê ve, xwe li vê Kampa Waşo Kanî girtine û lê hêwirîne.
Jina koçber a bi navê Arna Mistefa, dibêje, “Ev kon tenê odeyek ji bo xewê, xwarin û her tiştî ye,du zarokên min ên nexweş jî hene û kes nayê ba me.”
Li Kampa Waşo Kanî ya koçberên Serê Kaniyê 12 hezar kes dijîn, 10 rêxistin lê kar dikin, tenê yek ji wan biyanî ye.
Li kampê ne navnîşan ne jî logoyeke Komisyona Bilind a Penaberan li vir xuya ye. Netewên Yekgirtî û rêxistin û ofîsên girêdayî wê bi biryareke hikûmeta Sûriyê kar nakin.
Xalid Ibrahîm, Berpirsê Ofîsa Karûbarên Rêxstinan li Herêma Cizîrê dibêje, “Hikûmeta Sûriyê biryara hejmara 529 derxist û şande Heyva Sor Sûrî û ofîsa NYê çûna wan ji bo kampê qedexe kirin ev biryar Jî biryarek siyasî bû ku itîrafê bi vê Kampê nake.”
Li deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de, nêzîkî 500 hezar koçber hene, ji wan derdora 200 hezar li 12 kampan dimînin û Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên girêdayî wê derbasî 5 ji wan kampan nabin û danpêdanê jî bi wan nakin ew jî Kampa Waşo Kanî, Kampa Minbic a kevn û nû, Kampa Newroz û Kampa Abo Xeşeb li Dêrazorê.
Rudaw
