Mihemedê Hacî Mehmûd: Çend kurdên li Bexdayê hewl didin statuya Kurdistanê hilweşînin
Sekreterê PSDKê Mihemedê Hacî Mehmûd van demên dawî de serdana Bexdayê kir û derbarê wê serdana xwe de ji BasNewsê re axivî û got:”Hilbijartina Iraqê heta Mistefa Kazimî 2 salên xwe temam neke pêk nayê. Heger rojek jî bimîne fraksiyonên siyasî yên Iraqê bo pêkanîna hilbijartina pêşwext li hevdu nakin. Ji ber wê ne mimkune li Iraqê hilbijartina pêşwext pêk were. “
Herwiha Mihemedê Hacî Mehmûd da zanîn eger Mistefa Kazimî serkeftî bibe di nava 2 salan de mimkune ew karibe bernameya xwe bi cî bike. Herwiha heger serkeftî nebe wê kabîneya wî jî weke ya Adil Ebdulmehdî têk biçe.
Di berdewamiyê jî de Mihemedê Hacî Mehmûd tekez kir beşek ji kurdên li Bexdayê ne hewl didin statuya Herêma Kurdistanê birûxînin û karên ew dikin erebên li Bexdayê jî nakin. Herwiha Mihemedê Hacî Mehmûd aşkere jî kir beşek ji wan kurdan parlementer in û beşdar in di hikûmetê de û armanca wan ew e ku statuya Kurdistanê nemine.
Basnews
