Li navçeyên Rêveberiya Xweser 17 kes bi koronayê ketin
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê amarên taybet bi vîrusa koronayê ragihandin.
Li gor amarên hatien belavkirin, li herêmên jêr desthilata Rêveberiya Xweser 17 tûşbûyên nû yên vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku 11 li Cezîrê, 3 li Reqayê û 3 kes jî lî Dêrezorê bûne.
Li gor zanyariyên Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, ew kesên tûşî koronayê bûne hatine kerentînekirin û di bin çavdêriya pizîşkî de ne.
Her li gor amarên Desteya Tendirustiyê, li deverên jêr desthilata Rêveberiya Xweser, heta niha 25 kes bi vîrusa koronayê ketine.
Rudaw
